Li Mûsilê êrişa hewayî: 5 birîndar
Li Mûsilê baregeha Heşdî Şabî bû hedefa êrişê. Di êrişê de 5 kes birîndar bûn.
Li Mûsilê baregeha Heşdî Şabî bû hedefa êrişê. Di êrişê de 5 kes birîndar bûn.
Baregeheke Heşdî Şabî ya li rojavayê bajarê Mûsilê yê Iraqê vê sibehê bû hedefa êrişa hewayî. Li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de 5 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên medya Iraqê, balafirên şer êriş birin ser baregeha navborî ya li herêma Hermatê ya li rojavayê Mûsilê. Hate ragihandin ku piştî êrişa hewayî li herêmê liv û tevgerê rû da.
Çavkaniyan diyar kirin ku 5 milîsên di encama êrişê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.